Yolbilenden Görüşler

8/2/2008 · Kategori: makalelerim

                      

          Günümüzde içerdeki  ve dışarıdaki İslam düşmanları İslamlın  Müslümanların kalbinden sökemeyeceğini anlamış ve buna karşılık islamı  algılama biçimi  ile ilgili Müslümanları yanıltma gayesi taşımaya başlamıştır.

             1)Radikal İslam

           İslam Allah(c.c)   insanlar için uygun gördüğü ilahi kanunlardır. Bunlar bütün insanlar için aynıdır değişmez ve değiştirilme imkânları olunmayan ilahi kanunlardır. Bu ilahi kanunların algılayış ve yorumları farklı olduğu için farklı Müslüman çeşitleri ortaya çıkmasına neden olur. Bu çeşitlerden biri de radikal Müslüman olabilir. Yani radikal İslam olmaz, radikal Müslüman olur.

         2)İslam-Türk

         İslam’a hizmet  eden Türkleri  İslam dünyasından uzaklaştırmak  İslam içinde bölünmeyi sağlamak  farklı İslam  varmış gibi insanları yanıltmaya çalışmak, ümmetçiliğin oluşmaması için  gösterilen  çabalardır.

        İslam Allah’ın  kanunlar bütünüdür. Bir bölge, ırk, mezhep,grup ile  anılamaz.Müslüman Arap,Müslüman Türk, Müslüman Kürd olabilir ancak .İslam Arap, İslam Türk, İslam Kürd, İslam Asya  gibi  kelimeler  dinden çıkarabilir.

       3) İslam da reform

      İslam, ilahi  kanunlar bütünüdür.Hükümleri kıyamete kadardır.Her zaman ve mekanda  geçerlidir.Allah(c.c)  yoruma açık bıraktığı yerleri Sadece  yorum ve algılama biçimimiz değişebilir

    

Kalıcı Bağlantı Yorum (yok) Yorum yaz!

12/12/2007 ·

Bûk û tûtûk

Hebû tunebû, çûkek hebû.

Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt.

Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê venişt, ji pîrê re got:

- Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.

Pîrê got:
- Baş e!

Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:
-- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.

Pîrê got:
- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.

Çûkî got:
 Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.

Pîrê got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.

Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya sitiriyê min yan jî heft nan!

Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.

Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku şivanek li per pezîye. Şivanî şîr dotiye tasa şivaniyê, bişkulan diçîne çîrî dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivanî venişt got:
-- Şivano, a ji te re heft nan. Biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!

Kêfa şivanî hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivanî got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber şivanî venişt, got:
-- Ka nanê min!

Şivan şaş ma, got:
-- Min nanên te çand şîrî û xwar!

Çûkî got:
-- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...

Şivanî got:
-- Aman, yeman çûko wiha meke.

Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:
-- Ya heft nan, yan jî heft beran!

Şivanî mecbûr heft berandan çûkoyî.

Çûko heft beranên xwe girtin firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venişt, got:
-- Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!.

Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got:
-- Kanî heft beranên min bidin min!

Xwediyê dawetê got:
-- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.

Çûko got:
-- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê dixwazim.

Gotin:
-- Eman, yeman çûko wiha meke!

Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:
-- Yan heft beranên min yan jî bûkê...

Mecbûr bûk dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got:
-- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!

Kêfa berxvanî hat got:
-- Lê çawa!

Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî venişt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!

Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got:
-- Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!

Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...

Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

Sewîlê sofî

 

Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe bişo. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl şikestiye.

Sofîyî gote latê:
- Çima te sewîlê min şikand?

Latê got:
- Nexwe çima giya di bin min de şîn dibe?

Sofiyî gote giyê:
- Ji bo çi tu di bin latê de şîn dibî?

Giyê got:
- Nexwe ji bo çi pez min dixwin?

Sofiyî gote pezan:
- Ji bo çi hûn giyê dixwin?

Pezan got:
- Nexwe ji bo çi gur têne me?

Sofiyî gote guran:
- Çima hûn têne pezan?

Guran got:
- Nexwe çima se têne me?

Sofiyî gote seyan:
- Çima hûn têne guran?

Seyan got:
-Nexwe çima kebanî me têr nan nakin?

Sofiyî gote kebaniyan:
- Çima hûn seyan têr nan nakin?

Kebaniyan got:
- Nexwe çima mişk hebanên me qul dikin?

Sofiyî gote mişkan:
- Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin?

Mişkan got:
- Nexwe çima kitik me dikujin?

Sofiyî gote kitikan:
- Çima hûn mişkan dikujin?

Kitikan gotin:
- Em birçî ne, em mişkan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe.

Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe.

Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

PÊKENOK

MA KÊRÊ TE RAST E

Rojekê deveyek bêhal û mecal ji xwe re dimeşe. Di rê de însanek rastê wê tê û ji deveyê dipirse dibêje:

— Deve xêr e çima stûyê te xwar eş

Deve:

— Ez bêhal û mecal im, ji bo wê.

Dîsa dipirse:
— Ê deve, çima pişta te xwar eş

Deve:
— Himm... Welleh niyeta te xirab e. Ma qey qeşmer ka tu ji min re bêje, kûderê te rast e. Hela Xwedê ez bi vî şeklî afirandime. Li xwe binêrê ji ber nebaşî û nerindiya te însaniyeta te xirab bûye.

 

ÇI GOTIYE

Îstikanê ji kefçî regotiye:

— Wî malneketo ev çi şingir şingira te ye, te guhê min bir. Resîm

 

MAMIK

Tiştekî min heye

Text e ne dar e

Ser reş e, ne mar e.

Çilo xwar ne kar e.

Ev çiyeş (Kusî)

 

GOTINÊN PÊşIYAN

Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne.

 

Rengin u xemgin

RENGÎN Û XEMGÎN

Rengin: Way,way,way! Hela lê mêze kin birano, hela lê mêze kin. Bavê           mêrxasan, qehremanê me Xemgîn êlek ü şalwarê xwe li xwe kiriye         û wek egîta vir ve tê. Feqet ew çiyeş pozê wî sor û mor bûye.

Xemgîn: Ayyy,ayyy. Roja te jî bi xêr kekê Rengîn. Ayyy, ayyy pozê min          pozê min dêşe.

Rengîn: Roja te jî bi xêr keka dîsa çi qewimî li li te kekaş

Xemgîn: Ay, ay nepirse keko nepirse. pisika me pozê min gez  kir û ez            kirim vî halî.

Rengîn: Hah,hah,hah. Nexeyde feqet ez ba ma minê gohê te jî gez bikira.

Xemgîn: Ya! Ê ji xwe pisika me ji pir li te diçe. Kuro ez bi dedrdê xwe            ketime tu jî ra buyî henekê xwe bimin dikî. Ma şeytanê kor ketiye        nava me ku tu wer dibêjî.

Rengîn: Na Xwedê neke şeytanê kor têkeve navbera min û te, feqet...

Xemgîn: Êêê, feqet!ş

Rengîn:Feqet tu hinekî li cîhê xwe nasekinî, yanê tu pozê xwe dikî her tiştî.

Xemgîn: Çima kekoş Ma min pozê xwe kiriye çi û ez li cîhê xwe          nasekinime û min çi nerindî kiriye.

Rengîn: Ez dibêjim belkî te pozê xwe kirîye tasa pisikê î şîr, wê jî gotiye           ”kuro pozê xwe neke tasa min, yan na ezê jî pozê te gez bikim”. Te jî gotiye, ”Na ji tere çi ez pozê xwe dikimê. Pisika we jî qeheriye û      gotiye ”A ji te re” û pozê te gez kiriye.

Xemgîn: Weeey, kuro meriv dibêje qey te her tişt bi çavê xwe dîtiye.   Kuro welle tu bawer dikî nakî ez nizanim feqet nerindî ne ji min, ji       pisikê derket..

            Rengîn: Min bite bawer kir feqet hele bêje mesela te çawa bûş

            Xemgîn: Kuro tu çima min diqeherînî û çima min fam nakî. Dayka        min ji bo ez vexum tasek şîr anî danî ber min. Min jî bi dilê xwe         şîrê xwe vexwar û dilê xwelê rehet kir. Dawiyê min oxxx ek kişand      û serpiştê dirêj kir. Min hew carê mêze kir isika me derketiye ser     min û pozê min didalêse. Min jî du sê cara pêda da ku ji ser min          biçe. Ev tada min pê zor tê ku wê jî ra bû pozê min gez kir. Tu          nabê jî, dema min şîr vexwaribû, pozê min ketibû nava şîrê di tasê             de û hinek şîrbi pozê min ve mabû. pisikê jî xwastibû ku wî şîrî             bidalêse.

Rengîn: Hiii!!!

 

 

Yorum (yok) Yorum yaz!

12/12/2007 · Kategori: Toplumsal meseleler

Kêz Xatûn

Hebû tunebû, kêzikek hebû. Jê re digotin Kêz Xatûn.

Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got : Tenêbûn dijwar e, ne xweşe, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim ?û bikim.

Rabû bi rê ket, çû çû, rastî   şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Şivanî got:
- Kêzê, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

şivanî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:
- Baş e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Şivanî darê xwe yê şivaniyê rakir hewa û got:
- A ez ê bi vî darê xwe yê şivantiyê li te xim.

Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got:
- Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim.

Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Kerî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:
- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Kerê her du lingên xwe yên paşiyê nîşanî Kêzê dan û got:
- Ez ê bi van cotikan zîtikekê li te xim.

Kêzê tirsiya, got:
- Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim.

Da rê û çû çû, rastî mişkekî hat. Mişko got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweşe. Min biryara xwe da ku ez şû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Mişko got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê bala xwe dayê, Mi?ko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî:
- Başe heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me şer kir, tu yê bi çi li min xî?

Mişko got:
- Ez ê bi vê boçika xwe ya piçûçik li te xim ku tu pê neêşî.

Kêzê di dilê xwe de got, welle ev ne xerab e, Mişko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Got:
- Nexwe başe Mişko, ez ê te bikim.

Kêzê û Mişko destên xwe dan hev rabûn çûn ba Mellê mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev şa bûn. Çend roj tê re derbas bûn, roja beravê hat. Kêzê got:
- Mişko de rabe kincan bide ser hev em herin ber avekê, kincên xwe bişon.

Kincên xwe û beroşa beravê dan ser pişta xwe, kêzê şimika xwe kir piyên xwe, dan rê û çûn. Çûn çûn rastî rûbarekî hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vî rûbarî beroşa xwe bidin ser agir û berava xwe bikin.

Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vî rûbarî mişe ye, gellek boşe, hume-huma avê ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe bigirim, ez ê li ber avê herim ha herim.

Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.

Çûn, çûn rastî cuhekê hatin. Mişko got:
- Kêzê de ka em li ber vê cuhê beroşa xwe bidin ser û berava xwe bikin.

Kêzê got:
- Nabe Mişko can, ava vê cuhê jî mişe ye. Heke Xwedê neke, lingê min bişemite, ez nikarim xwe li berê bigirim, ez ê pê de herim ha herim.

Mişko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.

Dan rê çûn çûn, rastî şûna sima gayekî hatin. Baran hatibû, bûbû çamûr, Şûna sima gayî kort bûbû û ava baranê tê de civiyabû. Kêz ê got:
- Mişko can, a ev gol li gora berava me ye. Ezê beroşê bidim ser, tu jî here qirşikan berev bike bîne, em ê agir dadin ava xwe germ bikin, serê xwe û kincên xwe bişon.

Mişko çû qirşik anîn, Kêzê jî beroş da ser. Agirê xwe dadan. Xwe dan berê da heta germ bibe ew jî dest bi berava xwe bikin.

Hê ew li ber agir bûn, ji aliyekî ve dengê gurme-gurma defê hat wan. Mişko guhên xwe mîç kirin û got:
- Kêzê can, ka guhê xwe bidiyê, dengê defê ha ji pişt wî girî tê. Ew gundê Mîr Avdelî ye. Nexwe li gund dawet heye. Niha xwarina dawetê çêkirine, goşt û birinc û tirşik gellek in. Tu li vê derê beravê bike, ez bi bezekê herim wî gundî, têra xwe goşt û birinc û tirşikê bixwim, hinekî jî têxim bin zimanê xwe ji te re bînim.

Kêzê got:
- Baş e, de here û zû vegere.

Mişko bezek da xwe, çû di pişt girî de wenda bû. Kêzê jî dest bi berava xwe kir. Kincên xwe şûştin, serê xwe jî şûşt û kincên xwe yên paqij û rengîn li xwe kirin. Haziriya xwe ya dawîn dikir ku îdî rûnê û li hêviya Mişkoyî be. Şimik di piyan de bûn, çima neşemitî û neket nava çamûrê!!! Kêzê xwe bi vir de da wir de da, lê kir nekir neşiya xwe ji çamûrê derxe. Her ku çû pirtir kete nava çamûrê. Li vî aliyî wî aliyî nihêrî ku belkî kesekî bibîne bi hewara wê de were. Dît ku wa ye li dûrê siwarek ber bi gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê gazî kir, got:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Siwarî bala xwe da aliyê dengî, lê tu kes nedît. Kêzê careka din kire hawar:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Siwarî careka din bala xwe bi vir de wir de da lê tu kes nedît, da rê û çû. Çû gundê dawetê, mala Mîr Avdelî. Berbûrî hemî li ser xwarina dawetê bûn. Siwaro silav li wan kir, wan ji ew dawet kirin ser xwarina dawetê. Çû rûnişt dest bi xwarina xwe kir. Lê hewara Kêz Xatûnê kete bîra wî, got:
- Gelî cemaetê, gava ez bi rê de deihatim, li pişt wî girê hanê dengê hawarekê hate min digot:
Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Mişko, Mişko, Mişk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi şimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Mişko jî hema di wê wextê de li nava firaqên neşûştî goşt û birinc û tirşika xwe dixwar. Ku dengê siwarî çûyê, fam kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye. Hema zûzûka, hinek goşt û birinc û tirşik xist bin zimanê xwe, baz da, çû xwe gîhand Kêzê. Bi destê wê girt, kêşa ew ji çamûrê derxist. Ji nuh ve ser û kincên xwe şûştin û xwe ziwa kirin. Mişko xwarina ku di bin zimanê xwe de anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Rabûn Kêzê û Mişko kincên xwe dan ser pişta xwe, bi hev re bi kêf û henek çûn mala xwe. Ji wê rojê pê ve pirtir ji hev hez kirin û pirtir li hev miqate bûn.
Rojekê Mişko got:
- Kêz Xatûn ma tu nikarî savarekê ji me re bidî serê, ez jî biçim ba pismamên xwe wan vexwînim malê?

Kêzê got:
- Baş e.

Mişko derket derva çû ba pismamên xwe bike. Kêz jî kete metbaxê ku savarî bipêje.

Gava Mişko vegerriya malê, çi bibîne!!? Kêz Xatûn ketiye dîzika dan û nikare jê derkeve. Mişk hêrs bû, ji qehra re ariya agirî bi serê xwe da kir û bi çolê ket. Pir çû hindik çû, rastî qijikê hat. Qijikê meraq kir got ev çi halê te ye mi?kê xwelî ser?

Mişko got:
- Mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qijikê jî perîkên xwe weşandin. Darê dîna xwe da qijikê got:
- Ev çi halê te ye qijika perweşîn?

Qijikê got:
- Qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Darê jî pelên xwe weşandin. Çemê avê di bin darê re derbas dibû. Meraq kir got:
- Ec çi halê te ye dara pelweşîn?
Darê got:
- Dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Çemî jî dest bi girî kir, heta ku nîvî bû av , nîvî bû xwîn û bi ser garisî da çû. Garisî jê pirsî got:
- Ev çi halê te ye çemê nîvî av, nîvî xûn?

Çemî got:
- Çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Garis jî xemgîn bû, devnixûn bû. Xwediyê garisî jî zeviyê xwe av dida, gava halê garisî dît, pirsî got:
- Ev çi halê te ye garisê devnixûn?

Garisî got:
- Garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Mêrik jî mera xwe da ber xwe û bi keser li serê rûnişt. Qîza mêrik ji bavê xwe re girar anîbû. Qîzikê got:
- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?

Mêrik got:
- Bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qîzikê jî girar bi ser êxwe da kir û çû cem diya xwe. Dê pembû dijenî. Gava çav bi qîza xwe kir got:
- Ev çi halê te ye keça sergirar?

Qîzikê got:
- Keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Dê jî çek û kevan li xwe xist û rûnişt. Cîrana jinikê hatibû agir. Gava ev hal dît ji cîrana xwe pirsî:
- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?

Jinikê got:
- Dayika çekliqûn, keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweşîn, qijika perweşîn, mişkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Cîranê çû gazî daxiste nava gundî. Gundî li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn, dîtin ku Kêz Xatûn di dîzika danî de fetisiye. Ew derxistin, anîn bi şîneka mezin veşartin. Mişkoyê reben ma bi tenê.

Pişt re her kes vegeriya ser mal û halê xwe yê berê. Bavo ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, mişko xweliya xwe, keçikê girara xwe ji xwe daweşand, darê pelên xwe, qijikê perên xwe li xwe kirin, garis li xwe zîvirî, xwe kire serberjor, avê xwe dawerivand zelal bû, lê mişkoyê reben ma bî.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadê ber dîwaran.

Kalıcı Bağlantı Yorum (yok) Yorum yaz!

« Önceki ::